Di vê êrîşê de herî kêm 6 kes hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn, ku nasnameya wan nayê zanîn.
Li gor zanyariyên destpêkê, di êrîşa îro ya ser Şamê de, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê, Husên Ekberî û malbata wî, ti ziyaneke canî çênebûne.
Çavkaniyên Îbranî îdia kirin ku armanca vê êrîşa hewayî kuştina kesayetiyekî mezin ê Îranî û Lubnanî bûye.
Hin çavkaniyên din jî îdia kirin ku hin endamên tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di dema êrîşê de li nêzî balyozxaneya Tehranê ya li Şamê bi rayedarên Îranê re diaxivîn.
Piştî vê êrîşa esmanî, Feysel Moqdad wezîrê karên derve yê Sûriyê li gotûbêja tev Husên Emîrabdollahiyan wezîrê karên derve yê me li Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Şamê, cinayeta vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst şermezar kir.
